• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî civiyan

Gulan Media April 28, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî     civiyan

Serokê herêmê duhê serdana Bexdayê kiribû.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê, duhê bişev Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê berê yê parlementoya Îraqê û Serokê partiya Teqedum Mihemed Helbûsî civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê û herwiha hewldanên heyî yên bo hilbijartina Serokê parlementoya Îraqê hate kirin.

Kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina wan û çend babetên din mijarên din yên vê civînê bûn.

Top