• Saturday, 14 February 2026
logo

Piştîwan Sadiq: Bawerî vegeriya navbera Hewlêr û Bexdayê

Piştîwan Sadiq: Bawerî vegeriya navbera Hewlêr û Bexdayê

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Welatiyên Herêma Kurdistanê bi lihevkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dilxweş in, ku ji ber wê seqamgirî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê vegeriya”.

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro 08.04.2024ê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Welatiyên Herêma Kurdistanê bi lihevkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr barzanî û Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dilxweş in, ku ji ber wê seqamgirî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê vegeriya”.

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî herwaha got, “Bawerî vegeriya navbera Hewlêr û Bexdayê û bi wê rêyê îmkan heye ku arêşeyên din jî bên çarekirin”.

Piştîwan Sadiq amaje jî da, “Ew lihevkirina navbera hewlêr û Bexdayê dibe sedema bicihanîna bendên destûrê Iraqê û lihevkirinên din ên navbera her du aliyan”.

Navborî tekez kir, “Ezmûnan em haydarkirin ku çarenekirina arêşeyan dilnerehetiyê di nav welatiyan de peyda dike”.

Wezîrê Ewqafê ragehand, “Fermanberên Herêma Kurdistanê mafê jiyanê heye, me bawerî bi bicihanîna destûrî ji bo çarekirina arêşeyan heye”.

Piştîwan Sadiq herwaha ragehand, “Biryarên Dadgeha Federalî me nagehînin çi encamên durist”.

Navborî aşkera kir, “Em gelek dilxweş in ku rewş û jiyara welatiyan piştî parvekirina mûçeyan ber bi başiyê ve çûye”.

Piştî bizavên berdewam û peywendiyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê re, li dawiyê armanc bi cih hat û Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 03ê Nîsana 2024ê ragehand, “Parvekirina mûçeyên meha Sibatê di van her du rojan de bidawî tê û em dê bizavê bikin ku berî cejnê dest bi parvekirina mûçeyên meha Adarê jî bikin”.

lihevnêzîkbûna vê carê ya Hewlêr û Bexdayê ji bo lihevkirina li ser pirsa mûçeyan taybet piştî biryarên Dadgeha Federalî, piştî serdana berhemdar a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Waşintonê li roja 24ê Sibata 2024ê û civînên wî yên bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê û berpirsên bilind ên Koçka Spî û Kongirêsê û Wezareta Bergiriyê û Wezareta Gencîneyê hat, ku di hemî westgehên wan civînan de tekez li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û pêkhatan û arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin, yek ji wan jî dabînkirina mafên darayî û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bû.

 

Basnews

Top