Rûniştvanên Mûsilê li hember hejmara zêde ya çekdarên milîs di nav bajar de nerazîbûnê nîşan didin
Ev demekî dirêje rûniştvanên bajarê Mûsilê nerazîbûnê li hember hejmara zêde ya çekdarên milîs û çekdarên artêşa Iraqê ya di nav bajar de nîşan didin, lê desthilatdarên bajar bêhêvîbûne ku givaşên wan ên ji bo dûrxistina wan hêzên çekdar ji nav bajar bigehe encamekî.
Îro malpera El Erebî El Cedîd raportek belav kir ku îdareya parêzgeha Nînowa hewla veguhestina binkeyên milîsên çekdar û artêşa Iraqê dide, ku wan derbixe derveyî bajarê Mûsilê û ev jî ji ber gazindên rûniştvanan li ser milîsên bajar zêde bûne û ev şeş sale piştî kontrolkirina bajar ji dest çekdarên DAIŞê re derbas dibe, lê hîn jî hejmareke zêde ya çekdarên milîs û artêşa Iraqê li nav bajar de mane.
Parêzgarê Nînowa Ebdulqadir Dexîl berê çend caran daxwaz ji Serokwezîrê Iraq a Federal Mihemed Şiya Sûdanî kiribû ji bo veguhestina binkeyên fermandariya operasyonên Nînowa yên artêşa Iraqê li navçeya Koşkên serokatiyê yên li naverasta Mûsilê bo navçeya Selamiye ya li qeza Nemrûd a li başûrê rojhilatê Mûsilê, lê derveyî wê jî veguhestina pêkhateyên leşkerî yên din ji bo derveyî bajar.
Heta naha ew daxwaz bê bersiv û bê encam mane. Li gor parêzgarê Nînowa jî bajar ziyanên mezin ji aliyê şaristanî û bazirganî û geştyarî û aborî ve berketiye. Ew jî ji ber mayîna wê hejmara zêde ya çekdaran a li nav bajar de ye.
Basnews
