Dîsa agir bi bazarê lengehê ket
Gelek dikan şewitîne.
Îro danê sibê careke din agireke gelek mezin bi bazarê li Lenge ya Hewlêrê ket.
Di encama bûyerê de gelek dikan şewitîne û zirarên gelek mezin yên madî çê bûne û 17 tîmên hawar hatinê karîne piştî hewldaneke cidî agirê vemirînin.
Weke tê zanîn di meha Adarê de jî careke din agir bi vê bazarê ketibû û gelek dikan şewitî bûn.
