• Saturday, 14 February 2026
logo

Îran peyamek bo Amerîka û Îsraîlê şandiye

Îran peyamek bo Amerîka û Îsraîlê şandiye

Dibêje eger agirbest were ragihandin Îran êrîş nake.

Li gor nûçeyeke rojnameya Jerusalem Post Îran bi rêya balyozxaneya xwe ya li Omanê peyamek bo Îsraîl û Amerîkayê şandiye.

Îran di peyama xwe de ji Amerîka û Îsraîlê re gotiye ku, eger Îsraîl li Xezeyê agirbestê ragehîne vê demê Îran li hember êrîşa ser balyozxaneya xwe ya li Dîmeşqê bêdeng dimîne û bersifa vê êrîşê nade.

Heta niha Îsraîl û Amerîka jî bersifa vê daxwaza Îranê nedane.

Ji aliyeke din ve gefên rayedarên Îranî yên bo tolhildanê berdewamin.

Top