Husên Kelarî: Bafil Talebanî 64 caran ji bo avakirina pirsgirêkan serdana Bexdayê kiriye
Endamekî PDKê radigehîne ku serdana Serokê YNKê Bafil Talebanî ti bandorekî li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê nake, xelk naha bi çavê xwe dibîne ku tişta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, di berjewendiya xelk de ye.
Endamê PDKê Husên Kelarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha Bafil Talebanî 64 caran çûye Bexdayê di her serdanekî de pirsgirêkên zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê ava kirine. Ka destkeftên serdanên wî? Ya din jî cîgirê serokê hikûmetê birayê wî ye, çima bi rêya wî ve kar nake û ji rêkeftina hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê, pêwîstbû Qubad Talebanî jî beşdar biba, lê ne tenê xwe dûr girt, bi rêya Xalîd Şiwanî ve pêşneyarên cudakirina mûçeyê Silêmaniyê kiriye. Ez dipirsim çi pêwîst dike Bafil Talebanî biçe Bexdayê?’’
Herwaha got: ‘’Mixabin guh nadin ti tiştekî, lê pêwîst bû di xema xelkê de bin û keyfxweşbin ji bo çareseriya pirsgirêka mûçeyên mûçexwaran. Lê hewldanên wan ji bo têkdana wê ye û polemîk û siyasetê li ser dikin.’’
Husên Kelarî diyar kir, naha xelkê bixwe bi çavê xwe rûyê rast ê Bafil û Qubad û YNKê yê derbarê mûçe de dibînin. Ev rêkeftina li ser vê mijarê hatiye kirin, dost û neyarên hikûmeta Herêmê jî lê mukirtên, ku Serokê Hikûmetê li ser mafê xelkê xwe ti tawîzek nedaye. Ev tişta hatiye kirin di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye. Herkesekî ku bixwazê têkbide, yan rêgiriyê lê bike, bi piştrastî dê bi xirabî li ser wî û partiya wî bimîne. Ez bawer nakim êdî xelkê Kurdistanê di wê astê de ji wan rêgiriyan re bêdeng bimîne.
Basnews
