• Saturday, 14 February 2026
logo

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê: Me êrîşî parzûngehekî petrolê ya li Îsraîlê kir

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê: Me êrîşî parzûngehekî petrolê ya li Îsraîlê kir

Grubeke milîsên Iraqê ragehand ku bi rêya balefirên dron ve êrîşî parzûngeha petrolê ya li Heyfa ya Îsraîlê kirine.

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê bi beyanameyekî ragehand, îro 06.04.2024ê bi rêya balefira dron ve êrîşî ser parzûngeha petrolê ya li Heyfayê kirine, lê derbarê ziyanên wê êrîşê de ti daxuyaniyek neda.

Herwaha hat ragehandin, ‘’Qonaxa duyem a lêdana wan li neyarên xwe bi armanca serkeftina kesûkarên wan ên li Xeze ye û bersiva wan ji bo kiryarên Îsraîlê yên li dijî xelkê sivîl ê Filîstînê dike ye.

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê 27ê meha Adar a borî ragehandibû ku pêgeha leşkerî ya sîber a Îsraîlê kirine armanc û herwaha roja 24ê heman mehê jî ragehandibû ku binkeyê Wezareta Berevaniya Îsraîlê kirine armanca êrîşê.

 

Basnews

Top