Tirkiyê kuştina berpirseke jin a PKKê li Kobanê ragehand
Çapemeniya Tirkiyê ragehand, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê yek ji berpirsên PKKê yên jin li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi operasyonekî ji karxistiye.
Ajansa Anadolu ku zimanê fermî yê hikûmeta Tirkiyê ye ragehand, berpirsa rêxistina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kobanê ya bi navê Vahîde Atalay a wek Sorxwîn Çelê tê naskirin di operasyoneke MÎT a Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Li gor heman çavkaniyê Vahîde Atalay a wek Sorxwîn Çelê tê naskirin di nav rêxistina jin a li Rojavayê Kurdistanê xwedî pêgeh û berpirsyartiyekî giring bûye û sala 2006ê beşdarî PKKê bûye û di nav gelek çalakiyên dijî artêşa Tirkiyê de cîh girtiye.
Herwaha hat ragehandin Vahîde Atalay ji sala 2022yê heta naha wek berpirsa YPJê ya Kobanê li ser kar bû.
Basnews
