• Friday, 15 May 2026
logo

Amerîka ji bo bersivdana Îranê di rewşa amadebaşiya herî bilind de ye

Amerîka ji bo bersivdana Îranê di rewşa amadebaşiya herî bilind de ye

Bendewarî hene ku Îran tola kuştina fermandarên xwe yên li Sûriyê veke û Amerîka jî ji bo bersivdana Îranê di rewşa amadebaşiya herî bilind de ye.

Îro 06.04.2024ê berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ji kanala CNN re ragehand, Amerîka li navçeyê di rewşa amadebaşiya herî bilind de ye.

Berpirsê Amerîkayê dibêje, Îran dê tola kuştina fermandarên xwe yên li Sûriyê veke û dibe ku ew êrîşa Îranê li ser Îsraîl an jî Amerîkayê be.

Herwaha roja 04.04.2024ê Serokê Amerîkayê Joe Biden peywendî li gel Serokê Îsraîlê Benjaminn Netenyahu pêkanî û ragehand, Amerîka dê piştevaniya ji bo Îsraîlê de berdewam be.

Çend roj berî naha jî rêberê giştî yê Îranê Elî Xamineyî diyar kiribû ku ew êrîşa li Sûriyê li hember Îranê pêkhatiye dê bê bersiv nemîne.

Duh jî rêveberekî payebilind ê Heşdî Şeibî li Iraqê bi aşkerayî ragehand, ew li benda fermana Elî Xamineyî ne.

Heftiya borî Îsraîlê êrîşî konsulxaneya Îranê ya li Sûriyê kir û çend fermandarekî payebilind ên Sipaha Pasdarên Îranê kuştin.

 

Basnews

Top