• Friday, 15 May 2026
logo

Îsraîlê ji ber egera êrîşa Îranê 28 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk daxistin

Îsraîlê ji ber egera êrîşa Îranê 28 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk daxistin

 Îsraîl ji ber egera êrîşa bersivdana Îranê 28 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk daxistin û Washington û Tehranê duh 05.04.2024ê hişyarî dan hev.

Duh ji bo 7 endamên Sipaha Pasdarên Îranê yên di êrîşa Îsraîlê ya li paytexta Sûriyê Şamê di encama êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin merasîmek pêkhat. Di merasîmê de dirûşmên ‘’Ji bo Amerîkayê mirin’’ hatin avêtin

Roja duşem a borî Îsraîlê êrîşek li hember konsulxaneya Îranê ya li Şamê pêkanî û di encamê de fermandarê Sipaha Pasdarên Îranê yê li Sûriye û Iraqê General Mihemed Riza Zahîdî jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Îranê Husên Selamî soza bersivdanê da û ragehand: ‘’Em li hember ti êrîşekî bê bersiv namînin û ji bo wê em hişyar dikin.

Herwaha yek ji berpirsên Sipaha Pasdaran ê bi navê Muhsîn Rizaî jî diyar kir: ‘’Biryar hate dayîn û teqez dê bê bicîhanîn.’’

Fermandarê Hêza Quds a seri bi Sipaha Pasdaran Îsmaîl Qaanî jî diyar kir: ‘’Îsraîl hebûnekî penceşêrî ya pêwîste ji holê bê rakirin e.’’

Di merasîmê de Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filîstînê Ziyad en-Nehhale û berpirsê Heşdî Şeibî Ebdulezîz El- Mihemedewaî jî ragehand: ‘’Em li benda Xamineyî ne.’’

Cîgirê berpirsê karên siyasî yê Serokomarê Îranê Mihemed Cemşîdî jî ragehand, Îranê nameyekî nivîskî ji rêveberiya Biden re şandiye û di nameyê de hatiye gotin: ‘’Nekeve telik û dawa Netenyahu’’ û hişyarî hatiye dayîn. Herwaha got,  di naveroka peyamê de hatiye gotin: ‘’Xwe jê dûr bigrin ku hûn ziyanê nebînin.’’ Cemşîdî diyar kir: Amerîkayê jî daxwaz kiriye ku cîh û binkeyên wan nebin armanca êrîşê.

Ji aliyê din ve Îsraîlê li hember egera êrîşa Îranê li seranserê cîhanê 28 nûnertiyên xwe yên dîplomatîk bi awayekî demkî daxistin û li hember egera êrîşên mûşekî yên balîstîk li ser bajarên bakurê welat jî hin manorên leşkerî û hin tevdîr hatin wergirtin.

 

Basnews

Top