• Saturday, 14 February 2026
logo

EFRÎN - Tirkiyeyê ji bo Erebên hawirde gundekî din ava kir

EFRÎN - Tirkiyeyê ji bo Erebên hawirde gundekî din ava kir

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Tirkiyeyê ji bo malbatên çekdaran û Erebên hawirde gundekî din jî hat avakirin.

Piştî dagirkirin Efrînê, Tirkiye bi hincetên cuda cuda li Efrînê guherîna demografiyê didomîne.

“Erebên Îsraîlê piştgirî didin vê projeyê”

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) rêxistina mirovî ya bi navê "Wifaq" bi piştgiriya "Ereb 48" (Erebên Îsraîlê) û Tirkiyeyê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê gundekî niştecihbûnê yê nû bi navê "Projeya niştecihbûnê ya El-Nûr" ava kir.

Qonaxa yekem a projeyê ji 48 xaniyan pêk tê. Di nav projeyê de mizgeft, dibistan û park hene.

Ev gund bi hinceta bicihkirina sivîlên Cindirêsê yên ku xaniyên wan di erheja Sibata 2023yan xerabûne hatiye avakirin.

Li gorî SOHRê 42 xaniyên projeyê li malbatên hawirde yên ji parêzgehên cuda yên Sûriyeyê û malbatên çekdaran hatine belavkirin.

Bi destpêkirina xebatên avakirina gund re ew malbat bi hinceta ku malên wan wêran bûne hatine tomarkirin.

Lê di rastiyê de ew malên ku li Cindirêsê wêran bûne malên Kurdên resen in ku di “Operastona Çiqlê Zeytûnê” de hatibûn ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve hatibûn wêrankirin.

Berevajiyê daxuyaniya rêxistina ku projeyê bi rê ve dibe, li gundê ku ji bo ziyandîtiyên erdhejê hatiye avakirin, tenê 6 xanî li ziyandîtiyên sivîl ên Cindirêsê hatine belavkirin.

Guherîna demografiyê berdewam e

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye, bi alîkariya rêxistin û komeleyên mirovî, xebatên xwe yên ji bo guherîna demografiyê ya bajarê Efrînê û gundên derdora wê didomîne.

Herwiha bi rêya avakirina gund û taxên niştecihbûnê ku malbatên koçber û malbatên çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, di bin hincetên derew yên wekî ku alîkariya koçberan dike têne bicihkirin.

Tişekî îronîk e ku Tirkiye û dezgeh û rêxistinên girêdayî wê ti carî li Îdlibê ji bo zîyandîtiyên erdhejê piştgirî nedeya avakirina projeyên niştecihbûnê wekî ku li Efrînê dikin.

SOHRê da zanîn ku avakirina gelek gund û taxên niştecihbûnê li bajar û gundewarên Efrînê û bicîkirina hawirdeyan li wan gund û deveran fermandar û çekdarên komên ser bi Tirkiyevê ve serdest in.

Herwiha 25ê Adarê jî li gundê Şaderahê yê navçeya Şêrawaya Efrînê rêxistina bi navê “Destê Spî” projeyeke niştecihbûnê ya bi navê “Basmahê” ku ji 80 xaniyan pêk tê vekir.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

 

Rudaw

Top