Mesrûr Barzanî xaniyek ji bo Pêşmergeyekî birîndar ê şerê DAIŞê kir diyarî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xaniyek li Duhokê diyarî Pêşmergeyekî birîndar ê şerê li dijî DAIŞê kir.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro 4.04.2024 diyariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku xaniyek e radestî Pêşmergeyekî birîndar ê bi navê Semîr Ebdullah Ehmed kir.
Piştî radestkirina xanî, Parêzgarê Duhokê pîrozbahî li Pêşmergeyê birîndar kir û spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku xaniyek diyarî wî Pêşmergeyî kiriye.
Ji aliyê xwe ve Pêşmerge Semîr Ebdullah Ehmed jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku ew xanî wek diyarî daye wî û got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî careke din biratiya xwe îsbat kir.
Basnews
