Li Îranê şer û pevçûna di navbera Sipaha Pasdaran û grubeke çekdar de berdewam e
Piştî êrîşa şeva borî ya gruba çekdarî ya Ceyşûl Edl bo ser hin binkeyên leşkerî yên Sipaha Pasdarên Îranê, heta naha jî ew şer û pevçûn berdewam e.
Li gor zanyariyan şeva borî gruba Ceyşûl Edl êrîş kir ser binkeyên Sipaha Pasdaran û polîsê bajarên Serbaz, Çabehar û Rask û heta naha ew şer û pevçûn berdewame û dengê çekan li wan bajaran tê bîhîstin.
Li gor daxuyaniyekî Sipaha Pasdarên îranê heta naha di wî şer û pevçûnê de 16 kes ji gruba çekdarî ya Ceyşûl Edl hatine kuştin û 11 kes jî ji endamên Sipaha Pasdaran hatine kuştin.
Sipaha Pasdaran ragehand, ew şer û pevçûn bi dawî bûye, lê gruba çekdar a Ceyşûl Edl di kanalên xwe yên tora civakî ya Telegramê de ew nûçeya Sipaha Pasdaran derewand û diyar kir, şer û pevçûn heta naha jî berdewam e.
Herwaha gelek vîdeo jî nîşan didin ku ew pevçûna di navbera Ceyşûl Edl û Sipaha Pasdaran de piştî 12 demjimêran jî li parêzgeha Sîstan û Belûçîstan belav bûye.
