• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêzîkî hezar û 500 malbatên Herêma Kurdistanê li Îranê penaberin û Iraq havkariya wan nake ku vegerin

Nêzîkî hezar û 500 malbatên Herêma Kurdistanê li Îranê penaberin û Iraq havkariya wan nake ku vegerin

Nêzîkî hezar û 500 malbatên Herêma Kurdistanê li Îranê penaberin û dixwazin vegerin, rêveberiya koç û koçberan ya Soran radigehîne ku Iraqê ti hevkarî û hêsankariyek bo wê pirsgirêkê nake.

Duh êvarê 2.04.2024, rêveberiya koç û koçberên Soranê ji BasNewsê re ragehand, vê gave nêzîkî hezar û 500 malbatên Herêma Kurdistanê ewên ku di sala 1991ê çûne Îranê naha jî ji wê derê penabere, beşeke zêde ji wan dixwazin vegerin, lê belê hikûmet hevkariya wan nake.

Herwaha di derbarê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegera wan malbatan amaje bi wê kir, ew hevkarî û hêsankarî bo wan kiriye, ji bo ku ew kesên ku vegerin, lê belê pêwîste Iraq û navnetevî hevkar bin, ji ber ku hejmareke zêdeye û Herêma Kurdistanê bi tenê nikare cihê niştecîbûn û jiyanê bo wan dabîn bike.

 

Top