• Saturday, 14 February 2026
logo

WAN – Leşkerekî pitika xwe ya 4 mehî kuşt, hevjîna xwe birîndar kir

Gulan Media March 31, 2024 Nûçe
WAN – Leşkerekî pitika xwe ya 4 mehî kuşt, hevjîna xwe birîndar kir

Leşkerekî Tirkiyeyê, li navçeya Bazîdaxayê (Ebex) ya Wanê pitika xwe ya 4 mehî bi demançeyê kuşt û hevjîna xwe birîndar kir.

Wî leşkerî paşê bi heman demançeyê gule berda serê xwe.

Ew leşker û hevjîna wî niha li nexweşxaneyê tên dermankirinû rewşa wî ya tenduristiyê xerab e.

Hat ragihandin ku ew leşker çawişê pispor e û pirsigrêkên wî yên derûnî hene.

 

Rudaw

Top