• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên ewlehiya Iraqê bi zorê penaberên Sûrî digrin û wan dişînine Şamê

Gulan Media March 30, 2024 Nûçe
Hêzên ewlehiya Iraqê bi zorê penaberên Sûrî digrin û wan dişînine Şamê

Hêzên ewlehiya Iraqê bi zorê penaberên Sûrî digrin û wan dişînine Sûriyê û çalakvan daxwaza ragirtina wê helmeta desthilatdarên Iraqê dikin.

Ajansa Erebî El Cedîd di raportekî de belav kir, ku çalakvanên Sûrî daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, wê helmetê ragirin, ji ber koçber û penaberên Sûrî li beşa karûbarên penaberên Netewên Yekbûyî li Iraqê bi fermî hatine tomar kirin. Di wan rojên borî de hêzên ewlehiya Iraqê hejmarek penaberên Sûrî girtine û beşek ji wan bi zorê şandine Şamê.

Penaberekî Sûrî ku yek ji xwaringehekî Bexdayê de kar dike û nexwast navê wî bê aşkera kirin, ji heman ajansê re ragehandiye ku penaberên Sûrî li Bexdayê û çend parêzgehekî din ên Iraqê ji aliyê hêzên Iraqê ve li dû wan digerin ji bo ku wan bigrin û bişînin Şamê. Ji ber wê jî hejmarek berçav ji ciwanên Sûrî dest ji karên xwe berdane, ji tirsa wê helmeta ku ji bo girtina wan birêve diçe.

Herwaha ragehandiye ku hêzên ewlehiyê 10 ciwanên Sûriyê girtine û ew bi zorê dersînor kirine û şandine Sûriyê, hejmarekî din jî hatine agahdarkirin ku bi rêya balefirgeha Bexdayê ve bişînin û nasname û belgeyên hejmarek kesên Sûrî jî li wan hatine standin ku di nav wan de jin û zarok jî hene, ji bo ku wan bi zorê bişînin Sûriyê. Wegerandina wan ji bo Sûriyê wekî ku radestkirina rejîma Beşar Esed û darvekirina wan e.

 

Basnews

Top