• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokwezîr û balyozê Brîtanyayê civiyan

Gulan Media March 28, 2024 Nûçe
Serokwezîr û     balyozê Brîtanyayê civiyan

Behsa hilbijaritnên parlementoya Kurdistanê hate kirin.

Êvara îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Stephen Hitchen kir.

Di civînê de her du alî li ser girîngiya parastin û rêz girtin ji pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê û dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê hemfikir bûn.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û di vê derbarê de me tekez li ser vê yekê kir ku, em berevanî ji lidarxistina hilbijartinên azad û demokratîk, qanûnî û dadmend dikin ku, mafê tevahiya alî û pêkhateyên herêma Kurdistanê têde parastî bin.

 

Top