• Saturday, 14 February 2026
logo

Di navbera HSD û Dîfa Weteniyê de şer derket: Kuştî hene

Gulan Media March 25, 2024 Nûçe
Di navbera HSD û Dîfa Weteniyê de şer derket: Kuştî hene

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Dêrezorê çend çekdarên Dîfa El Weteniyê kuştin.

Şervanên HSDyê li bajarê Dêrezorê hewldana çekdarên “Dîfa El Wetenî” ku bikevin bajarokê Baxozê şikand.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku çekdarên “Dîfa El Wetenî” yên girêdayî hikumeta Şamê xwest derbasî bajarokê Baxozê bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di navbera şervanên HSDyê û çekdarên Dîfa El Wetenî şer derket.

Li gorî daxuyaniyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bersiva hewldana wan çekdaran da û çend çekdar hatin kuştin.

Herwiha hat gotin ku  cenazeyên 2 çekdaran û hinek çek ketin destê HSDyê.

 

Rudaw

Top