• Saturday, 14 February 2026
logo

Ukrayna: Me du keştiyên cengî yên Rûsî ji nav birine

Gulan Media March 25, 2024 Nûçe
Ukrayna: Me du keştiyên cengî yên Rûsî ji nav birine

Li Kirimê êrîşî ser wan keştiyan hatiye kirin.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku, piştî êrîşa DIŞI ya bo ser saloneke konsertan li Moskowayê, Rûsiye êrîşî ser çend bajarên Ukraynayê kiriye û gelek zirarên madî çê bûne û ev di demekê deye ku, ti têkiliyeke Ukraynayê bi vê êrîşa han re tuneye.

Di daxuyaniya artêşa Ukraynayê de hatiye diyarkirin ku, weke bersifdayîna êrîşên Rûsyeyê, wan jî li Kirimê êrîşî ser keştiyên cengî yên Rûsî kirine û li peravên bajarê Sivastopol du keştiyên cengî yên Rûsî bi temamî ji nav birine.

Top