Hêzeke milîsên Iraqî îdîa kir Wezareta Berevaniya Îsraîlê kiriye armanca êrîşê
Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê îdîa kir binkeyê Wezareta Berevaniya Îsraîlê li Tel Avîvê kiriye armanc.
Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê beyanameyekî belav kir û ragehand, îro 24.03.2024ê bi rêya dronekî ve binke û avahiya Wezareta Berevaniya Îsraîlê li Tel Avîvê kirine armanca êrîşê.
Li gor heman beyanameyê ew çalakiye ji bo berevanîkirina xelkê Xezeyê û qonaxa tekoşîna dijî Îsraîlê û wek bersivek ji bo komkujiyên Xezeyê pêkhatiye.
Ji 7ê Cotmeh a sala 2023yê heta naha di navbera Hemas û Îsraîlê de şer destpêkiriye û milîsên ser bi Îranê jî demeke li hember binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê dikin armanc û ji aliyê din ve Îsraîl jî dem dem binke û cîhên grubên milîsên ser bi Îranê li Sûriye û Lubnanê dike armanc.
Basnews
