Parlamentera Tirkmen: Bafil Talebanî xiyanet li Kurdistan û pêkhateyên wê kir
Sekretera Partiya Demokrat a Tirkmen, Serokê YNKê Bafil Talebanî bi xiyaneta li Kurdistan û pêkhateyên wê tometbar kir.
Çend roj berî naha di sê helwêstên wekî hev de, milîsên Heşdî Şeibî û beşek ji grubên nav Çarçoveya Hemahengî û Bafil Talebanî, beyanemeyên cuda derxistin û piştevaniya xwe bo Dadgeha Federal ragehandin, ku dadgeh di bin givaşa azadîxwaz û niştimanperwerên Iraqê de ye, ku di vê rewşa ku ketiyê û bûye dadgehekî darûdesteya milîs û Îranê û divê bê rizgarkirin.
Vê derbarê de Sekretera Partiya Demokrat a Tirkmen Sara Dilşad Çawuşlu ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK û Bafil Talebanî piştî ragehandina piştevaniya li Dadgeha Federal, xiyanet li xelkê Herêma Kurdistanê û pêkhateyan kirin û dê paşerojê de jî baca wê bidin.’’
Herwaha got, sedemê piştevanîkirina YNKê û Bafil Talebanî li Dadgeha Federal ji bo wê yekê ye ku ‘’Dadgeh li gor dil û daxwazên YNKê biryaran derdixe û bi dilê xwe dijatiya pêkhateyan û pêkvejiyanê û bi giştî pêkhateya Herêma Kurdistanê dike.’’
Çawuşlu ragehand ku pêkhate rijd in li ser mafên xwe û berî dadgehekî bi navê Dadgeha Federal li Iraqê hebe, ew pêkhate her hebûn, ji bo wê jî amade nînin ku bikevin bin barê biryarekî nedestûrî ya dadgehekî ku bi dilê YNKê mafên pêkhateyan binpê kiriye.
Hêjayî gotinê ye li ser gilî û doz vekirina YNKê, Dadgeha Federal bi biryarekî kursiyên kota yên Xirîstiyan, Ermen û Tirkmenan hilweşand, lê ji aliyê din ve li Parlamentoya Iraqê kar bi sîstema kota tê kirin. Ev jî bû sedem ku gelek rexne li YNKê bên kirin, ji ber wan dijatiyên li hember pêkhateyên Kurdistanê û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dike.
Basnews
