• Saturday, 14 February 2026
logo

Bafil Talebanî di hevdîtina li gel Xezelî de piştevaniya xwe ji bo bombebarana balefirgeha Hewlêrê nîşan daye

Gulan Media March 23, 2024 Nûçe
Bafil Talebanî di hevdîtina li gel Xezelî de piştevaniya xwe ji bo bombebarana balefirgeha Hewlêrê nîşan daye

Wezîr Iraqî ku kesekî nêzîk milîsên Iraqî yên ser bi Îranê ye û berdewam zanyariyên rast û dirust di tora xwe ya fermî ya civakî X de belav dike, duh 22.03.2024ê êvari aşkera kir, Bafil Talebanî di hevdîtina li gel Qeys Xezelî de piştevaniya xwe ji bo bombebarana balefirgeha Hewlêrê nîşan daye.

Wezîr Iraqî ku 252 hezar şopînerên wî di tora civakî ya X de heye û ji ber berdewam zanyariyên veşartî yên nav civînên milîsên Iraqê û Hikûmeta Federal û gendeliyên Iraqê aşkera dike û belav dike û milîsên Iraqî jî berdewam li dû ne ku bizanin kî ye, lê nabînin û şeva borî jî nepeniyek derbarê Bafil Talebanî de aşkera kir.

Çavkaniya navdar a Iraqê belav kir ku Bafil Talebanî carekî di civîneke li gel serokê milîsên Esayîb Ehlî El Heq a ser bi Îranê Qeys Xezelî, ku yek ji dijminên herî mezin ê Herêma Kurdistanê ye, derbarê mûşekbarana balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê de axaftine û Bafil Talebanî piştevaniya xwe ya li ser bombebarana balefirgeha Hewlêrê nîşan daye.

Wezîr Iraqê bi ronî û aşkera nivîsandiye ku Talebanî derbarê mûşekbarana balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê de ji Xezelî re gotiye, lêdana balefirgeha Hewlêrê başe bo tembikirinê, li hember wê Xezelî jî bi dengekî bilind pêkeniye.

 

Basnews

Top