• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê partiyekî Tirkmen: Bafil Talebanî dixwaze me bike hêzeke Heşdî Şeibî

Gulan Media March 23, 2024 Nûçe
Serokê partiyekî Tirkmen: Bafil Talebanî dixwaze me bike hêzeke Heşdî Şeibî

Serokê Partiya Gelê Tirkmen aşkera kir, beşek armancên wan fişar û givaşên Bafil Talebanî dike ser pêkhateyan, ji bo ku pêkhate xwe radestî wî bikin û ew jî wan bike hêzeke ser bi milîsên Heşdî Şeibî yên wek milîsên Babilyon a Reyan Kildanî.

Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfann Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand, wek pêkhateya tirkmen em şok bûn li hember wê dijatiya ku ji aliyê Bafil Talebanî û YNKê ve li hember pêkhateyan tê kirin. Lê me ti demekî ne berê û ne jî naha ti ziyanek negehandiye YNKê.

Herwaha aşkera kir, ji ber teşfîqên Bafil Talebanî û ‘’Ew devpîsên ku Bafil Talebanî peywirdar kirine’’ rojane heqaret û sivikayî bi gelê tirkmen û pêkhateyan tê kirin. Yan jî Bafil piştevaniya li Dadgeha Federal a Iraqê û biryarên wê yên dijî pêkhateyan dike.

Îrfan Kerkûkî diyar kir, YNK dê ji wan helwêstan ziyan bibîne, ji ber ew partî ji bo wergirtina peywira parêzgarê Kerkûkê, pêwîstiya wê bi dengên pêkhateya Tirkmen heye, ‘’Ji ber wê jî rêveberiya YNKê ya li Kerkûkê ji wan beyanameyan nerazî ne, ji ber ew beyaname hewldanan pûç dike.’’

Bi baweriya Serokê Partiya Gelê Tirkmen, ew hewldanên Bafil Talebanî ji bo wê ye ku pêkhateya Tirkmen bikeve bin baskê YNKê û ‘’Bafil dixwaze me bike hêzeke ser bi Heşdî Şeibî û wek kirêgirtî ji bo berjewendiya dewleteke cîran bikarbîne, em jî wî tiştî qebûl nakin.’’

 

Basnews

Top