Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Hacî Mihemed Bamokî peyamek serxweşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya sermayedarê navdar ê Kurdistanê Hacî Mihemed Bamokî peyamekî serxweşiyê belav kir.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê waha ye:
Serxweşiyê li malbata birêz û kesayeta navdar a xwedê jê razî Hacî Mihemed Bamokî dikim û şirîkê xemên wan im.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikim bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û kesûkar û merivên xwedê jê razî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
