Konsulê giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê, Newroz pîroz kir
Konsulê giştî yê Şahnişînê Urdinê li Herêma Kurdistanê cejna Neteweyî ya Newrozê pîroz kir.
Konsulê giştî yê Şahnişînê Urdinê Fuad El Mecalî, li Herêma Kurdistanê, di hejmara xwe ya tora civakî Xê de wêneyekî xwe bi cilên kurdî li gel Serokê Hikûmeta Herêma kursistanê Mesûr Barzanî belav kiriye û nivisiye: ‘’ Newroz pîroz be.’’
Êvara îro 20.03.2024, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan û hejmareke zêde ya Balyoz û Konsulên giştî û nûner û dîplomatên welatan li Iraq û Herêma Kurdistanê, karnavala cejna Newrozê bi rêve çû.
