• Saturday, 14 February 2026
logo

Agirî - Ciwanên Kurd bi meşaleyan ber bi gora Ehmedê Xanî ve meşiyan

Gulan Media March 21, 2024 Nûçe
Agirî - Ciwanên Kurd bi meşaleyan ber bi gora Ehmedê Xanî ve meşiyan

Platforma Ciwanên Serbixwe li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ber goristana Ehmedê Xanî şahiyeke Newroz saz kir.
Pîrozbahiyên Newrozê li her 4 parçeyên Kurdistanê berdewam dikin.

Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê komeke ciwanên Kurd a bi navê “Platforma Ciwanên Serbixwe” îro êvarê li bajarê Bazîdê li kêleka Qesra Îshaq Paşa û gora Ehmedê Xanê ahengeke Newrozê saz kir.

Di dîmenan de tê dîtin ku bi dehan ciwanan bi meşalayan ji Qesra Îshaq Paşa û Gora Ehmedê Xanê ber bi Çiyayên Agiriyê dimeşin, sirûdên Kurdî dixwînin, sloganên bijî Kurdistan berz dikin.

Ji ber meha Remezanê û rewşa keşûhewayê pîrozbahiyên Newrozê îsal li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê zû dest pê kirin.

 

 

Rudaw

Top