Pisporekî leşkeri: Kilîla helbijartina parlamentoyê ketiye dest Îranê, ji ber wê YNK dixwaze helbijartin bê kirin
Pisporekî leşkeri aşkera dike ku YNK û çend partiyekî din dixwazin helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bê kirin, lê mifte ango kilîla wê helbijartinê di dest wan de nîne, dest Îran û dijminên kurdan de ye. Û got: ‘’Îran kar ji bo wê yeke dike ku hizra xwe di helbijartinan de cîhbicîh bike, ku tiştek bi navê Herêma Kurdistanê nemîne.’’
Pispor û şarazayê leşkeri Lîwa Mihemed Salih Hemewendî ji BasNewsê re ragehand, YNK û hin partiyên din dixwazin helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve biçin, mifteya wê helbijartinê dest YNK û wan partiyan de nîne, dest dijminên kurdan de ye. Mixabin YNK û ew partiyên dostê Îranê ne, dixwazin bi rêya helbijartinekî bername bo darijtî ya metirsîdar ve îradeya gelê kurd lewaz bikin û nehêlin kurd sernekevin.
Herwaha got: ‘’YNK û ew partiyane naha kar ji bo wê yekê dikin ku helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin, dixwazin ezmûna Herêma Kurdistanê li ser sêniyekî û bi pariyekî rûn ve radestî dijminên kurd bikin. Ewên ku bi salane xewnan bi nemana gelê kurd ve dibinin dixwazin radestî wan bikin. Ji ber ev helbijartin destekî dijminên kurdan têde ye û dixwazin hizra xwe di helbijartinan de cîhbicîh bikin.’’
Lîwa Mihemed Salih Hemewendî diyar kir, Herêma Kurdistanê di vê dema giran a hatî dorpêçkirin de, herçend PDK helgirê hizra netewî ye, ew helwêstê nayê guhertin û netewî yê PDKê li gel dijminên kurdan nayê qebûl kirin. Ji ber wê dijminên kurd bi rêya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê û bi rêya helbijartinekî bi bername dixwazin Herêma Kurdistanê ceza bikin, ji bo wê jî dixwazin destpêkê PDKê ceza bikin.
Herwaha got, planekî gelek metirsîdar û hovane ji aliye dijminên kurdan ve heye, bi hevkariya çend partiyekî kurdî, bi taybet jî ew partiyên ku hevpeymanê erebên şîe û Îranê ne, nexşe bo hatiye danîn, ji bo bi wê rêyê ve di vê helbijartinê de PDKê û Herêma Kurdistanê lewaz bikin. Ji ber dijminên kurd lewaziya PDKê wek lewaziya kurdan û Herêma Kurdistanê dizanin.
Basnews
