Eniya Tirkmen biryara beşdarbûna hilbijartinê da
Eniyên Tirkmen radigehîne ku beşdarî hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê dibe û parastina mafên pêkhata Tirkmenan li Herêma Kurdistanê jî tekez dike.
Eniyên Tirkmen îro17.03.2024 biryara beşdarîbûna xwe di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragehand, herwaha daxwaz jî ji dengderên pêkhateyên Tirkmenan li Herêma kurdistanê kir ku bi awayekî çalak beşdarî wê piroseyê bibin, wekî mafekî destûrî û tekezkirina dengê wê pêkhateyê.
Ev di demekê de ye ku ji ber biryarên Dadgeha Federalî, piraniya aliyên siyasî yên her du pêkhateyên Tirkmen û Kiristiyanan biryar daye ku hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê boykot bikin.
Nûnerên 10 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan yên Herêma Kurdistanê roja Sêşemê, 12.03.2024, di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî biryar dane hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê boykot bikin.
Lîsta Milet ya Tirkmen jî roja 14.03.2024ê ragehand ku beşdarî hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê nabin. Herwaha Partiya Îrade ya Tirkmen jî roja 17.03.2024ê red kir ku beşdarî pêşbirka hilbijartinan bibe.
Pêştir jî partî û hêz û komeleyên Kiristiyanên Kildanî, Siryanî, Aşûrî û Ermenî roja Duşemê, 11.03.2024, di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê boykot dikin.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê roja Çarşemê, 21.02.2024, jî ji bo yekalîkirina wan skalayan civiya, yên ku ji aliyê YNKyê ve li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatibûn tomarkirin.
Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalayên YNKyê da, li dû wan biryaran jî hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.
Basnews
