MÛŞ - 68 salî ye lê dest ji bîlardoyê bernedaye: 'Jê hez dikim!'
Li parêzgeha Mûşê Turgut Ozçîlîngîrê ku 68 salî ye ji lîstina bîlardoyê hez dike.
Tevî temenê xwe yê mezin her şev diçe kafeyan û bi bîlardoyê dilîze.
Ew dibêje werzişa herî xweş bîlardo ye û ciwanan ji xirabiyan diparêze.
"35 sal in dilîzim"
Lîstikvanê bîlardoyê Turgut Ozçîlîngîr li ser hezkirina xwe ya bîlardoyê got:
“Ez ji bîlardoyê pir hez dikim û 35 sal in dilîzim. Min li Tirkiyeyê, li Tosya, Kastamonu, Çankiri, Polatli û Bursayê, li gelek cihan lîst.
Bîlardo werzişa herî xweş e.”
Ozçîlîngîr dema bîlardoyê dilîze ciwan li dora wî dicivin û jê fêrî teknîkên bîlardoyê dibin.
"Ez ciwanan fêr dikim"
Lîstikvanê bîlardoyê Turgut Ozçîlîngîr herwiha anî ziman:
“Ez di her lêdana xwe de ciwanan fêr dikim, dibêjim wiha lê bidin eger nebû bila biçe nêzîkî qulikê û cara duyem bila biçe.
Çawa tê girtin, lêdan û nîşanê fêrî wan dikim. Hinek xwendekarên me yên keç ku min ew fêr kirin di pêşbaziyên lîseyê de bûne şampiyon.”
Rikeberê Turgut Ozçîlîngîr jî berdewam kesên ciwan in û dibêje heta taqeta wî hebe dê bîlardoyê bilîze.
Rudaw
