• Saturday, 14 February 2026
logo

Şêwirmendekî berê yê sekreterê YNKê: YNK dixwaze tenê mûçeyê nîvê xelkê Kurdistanê bê dayîn, nîvê din bê mûçe bin

Gulan Media March 18, 2024 Nûçe
Şêwirmendekî berê yê sekreterê YNKê: YNK dixwaze tenê mûçeyê nîvê xelkê Kurdistanê bê dayîn, nîvê din bê mûçe bin

Dadwerekî berê yê leşkerî yê YNKê aşkera dike, Bexdayê piştî paşxistineke zêde, tenê mûçeyê sedî 59ê mûçexwarên Kurdistanê şandiye, ji bo wê YNK û hemû ewên daxwaz dikin ew pareyê Bexdayê şandiye bê dabeş kirin, armanca wan ew e mûçeyê tenê wî beşê xelkê bê dayîn û sedî 41ê xelkê din jî mûçeyê wan neyê dayîn.

Dadwerê berê yê leşkerî yê YNKê û şêwirmendê berê yê sekreterê giştî yê YNKê Hemdî Gilî ji BasNewsê re ragehand: Bexdayê destê xwe xistiye qirka malbatên şehîdan û hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiya Kurdistanê û mûçeyên wan wek rehîn girtiye. Ji bo wê jî encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê biryar daye dema ku hemû pare hat wê demê mûçeyê hemûyan li gel yek dabeş bike.’’

Derbarê polemîkên YNKê û hin partiyên din dikin û daxwaz dikin mûçe bê dabeş kirin de jî Hakim Hemdî Gilî behsa wê yekê kir ku daxwaza YNKê û partiyên din tê wê wateyê ku mûçeyê beşekî xelkê bila bê dayîn û beşê din bila bê mûçe bin! ‘’Ji bo bangeşeya helbijartinê dixwazin ew pareyê ku hatiye ji beşek fermanberan re bê dayîn, lê kesûkarên şehîdan û hêzên Pêşmerge û malbatên enfal û kîmyabaran û karmendên saziyên ewlehiyê mûçeyên wan neyê dayîn û di vê meha Remezanê de birsî bimînin.’’

Herwaha got: ‘’Daxwaz ji YNKê dikim, berê xwe bide Bexdayê û ew pareyê Pêşmerge û malbatên şehîdan ku li Bexdayê wek rehîn û berdîl hatiye girtin, bîne Kurdistanê. Ji ber du xalên serekî, ya yekem ew eku YNK bixwe beşeke ji sedemên vê rewşê ku naha mûçexwarên Kurdistanê têde ne, ya duyem jî YNK hevpeymanên stratejîk li Bexdayê hene ku xwe bi wê hevpeymaniyê mezin dikin, bila carekê hevpeymanên wan mifayek û sûdeke wan ji bo vî gelî hebe!.’’

Dadwerê berê yê leşkerî yê YNKê diyar kir, qasê ku zanyarî hene, YNK ne tenê ti hewldanekî ji bo şandine mûçeyê mûçexwarên Kurdistanê nade, herwaha beşdare li wê astengiya ku ji bo şandina mûçe hatiye ava kirin. ‘’Ji ber di bingeh de ew dixwazin xelkekî zêde li Kurdistanê mûçeyên wan neyê dayîn, ku di helbijartinên pêş de nerazî bin û bi wî awayî deng bidin wan, wekî ku YNKê di dîroka xwe de çi berpirsyartiyekî wê ji vê rewşê nebe.’’

 

Basnews

Top