Li ser fermana Mesrûr Barzanî koleja bijîşkî li Helebçe tê vekirin
Wezîrê Xwendina Bilin û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistan serdana Helebçe kir û biryara vekirina koleja bijîşkî pêşkêşî zanîngehê kir.
Wezîrê Xwendina Bilin yê Herêma Kurdistan Dr. Aram Ehmed, di daxuyaniyeke taybet li Helebçe ji BasNewsê re ragehand: ‘’ Me îro serdana Bajarê Helebçe kir û biyara vekirina kolêja bijîşkî pêşkêşî zanîngeha Helebçe kir.’’
Hewaha diyar kir: ‘’ Me her îro 200 mîlyon dînar dabîn kir ji bo ku zanîngeh bikaribe pêngava destpêkê a vekirina kolejê destpê bike.’’
Beriya naha Serokê Hikumeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Helebçe kir û ferman da ku wê koleja bijîşkî ya Helebçe bê vekirin.’’
Basnews
