Aydin Maruf: Çi helwêstekî serokomar nebûye û me daxwaz jê kir erkê xwe bicîhbîne
Wezîrê Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê radigehîne, bi nivîseke fermî daxwaz ji Serokomarê Iraqê kiriye, helwêst li hember biryarên Dadgeha Federal ên dij nîşan bide û wan biryaran hilweşîne û rawestîne.
Wezîrê Pêkhateyanb ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Helwêsta Serokomar giringe. Naha ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve biryar dijî Herêma Kurdistanê û sîstema kota ya pêkhateyan hatiye dayîn. Ji aliyeke din ve biryar li ser mûçe hatiye dayîn û ev mijarên siyasî ne. biryar jî nedestûrî ne, destûr hatiye binpêkirin û pêwîste Serokomar helwêstê cîdî ji bo çareserkirina vê mijarê nîşan bide û wan biryarên ji aliyê Dadgeha Federal ve hatine derxistin, ji bo berjewendiya giştî û berjewendiya Herêma Kurdistanê red bike.’’
Wezîrê pêkhateyan, ku heman demê de bixwe jî ji pêkhateya Tirkmene diyar kir: ‘’Wek Wezîrê Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî roja 13.03.2024ê me nivîsek ji bo Serokatiya Komara Iraqê şandiye û me daxwaz ji Serokomar kiriye, xwedî helwêst be û biryarên Dadgeha Federal hilweşîne. Ji ber ew biryar neyasayî û nedestûrî ne û dijî pêkhate û ol û netewanin. Herwaha me daxwaz kiriye erkê xwe yê wek parêzvanê destûrê cîhbicîh bike û wan mijaran çareser bike.’’
Aydin Maruf got: ‘’Heta naha Serokomar çi helwêstek diyar nekiriye, lê ew erkê menewî û siyasî ye, em daxwaz dikin mijarê cîdî wergire û xwedî helwêst be.’’
Basnews
