• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Afganîstanê ji ber hewa û seqaya xirab herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media March 17, 2024 Nûçe
Li Afganîstanê ji ber hewa û seqaya xirab herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Afganîstanê di wan 25 rojên dawiyê de ji ber hewa û seqayê xirab zêdetirî 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Dewletê yê ji Karesatên Xwezayî berpirs ê Hikûmeta Demkî yê Afganîstanê Mela Canan Saîk ji rojnamevanan re ragehand, bi giştî li welatê barîna befra zêde, baran û sermaya zêde bûye sedem di wan 25 rojên dawiyê de zêdetirî 60 kesan jiyana xwe ji dest bidin û 34 kesên din jî birîndar bûne.

Herwaha got zêdetir jî 1600 malan jî ziyan dîtiye û bi hezaran ajal û sewal jî telef bûne.

Ji aliyê din ve li naverast û bakurê welat rêyên Bamyan, Ghor, Sar-e Pol û Nûristan û li gelek parêzgehan rê ji ber befrê daxistî ne.

Herwaha ji bo rêya paytexta Afganîstanê Kabûlê bi rêya tûnêla Saleng ve bi bakurê wê ve girêdide bê vekirin jî xebat berdewam dikin.

Li Afganîstanê sala borî ango par jî ji ber mercên hewa û seqayê yên xirab 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Afganîstan ji ber bi salane di nav şer û pevçûnê de ye, jêrxana welat nehatiye ava kirin û ji ber wê jî di demên erdhej, lehî, barîna baranan û hatine şape û aşûtan de windayiyên canî zêde çêdibin.

 

Basnews

Top