• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Efrînê qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê hatin bibîranîn

Gulan Media March 17, 2024 Nûçe
Li Efrînê qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê hatin bibîranîn

36mîn salvegera kîmyabarana Helebce li bajarê Efrînê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve hate bibîranîn. Beşdarên çalakiyê dibêjin, komkujiya Helebceyê birîneke kûr e di laşê kurdan de û nabe were jibîrkirin.

Roja 16.3.1988an, rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.

Di 36mîn salvegera kîmyabarana Helebece de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîgirên ENKSê û xelkê bajarê Efrînê, 5 xulek bêdeng li navenda bajêr rawestiyan û şehîd û qurbaniyên Helebceyê bibîr anîn.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Serbest Xelîl di vê boneyê de şehîdên Helebceyê bibîr anî û got ku, piştî ew qas şehîd û qurbanî, Kurd û hemû miletê Iraqê ji rêjîma berê ya diktator xelas bûn.

Beşdarên wê çalakiyên dibêjin, kîmyabarana Helebce êşeke mezin e ji bo Kurdan nayê jibîrkirin û da ku tevahiya cîhan wê êşê nas bike, divê ku salane ev roj were bibîr anîn.

Endamê xwcehiya ENKSê li Efrînê Horo Osman ji K24ê re got: “Em îro 5 deqe bêdeng wek rêzgirtin ji şehîdên Helebceyê re sekinîn. Xwedê rihma xwe li giyanê şehîdan bike.”

Her sal xelkên Rojavayê Kurdistanê di 16ê Adarê de sekneke bêdeng û çalakiyan birêve dibin û şehîd û qurbaniyên Helebceyê bibîr tînin. Li Efrînê jî ku gelek êş û azar di ser de derbas bûne, bîranîna Helebceyê wek giringiyeke netewî tê dîtin.

 

K24

Top