Çavdêrek: Piştî gotinên Reyan Kildanî, ya baş ew e YNK û Bafil Talebanî tenê xwîdana şermezariya xwe paqij bikin
Çavdêrekî siyasî aşkera dike, gotinên Reyan Kildanî yê di lîsteya teror a Amerîkayê de û fermandarê milîsên Babilyon derbarê hevpeymaniya stratejîk a li gel YNKê de aşkera dibe ku çima yekrêziya navmala Kurdistanê ava nabe. Herwaha dibêje piştî wan gotinan divê ‘’YNK û Bafil Talebanî tenê xwîdana şermezariya xwe paqij bikin.’’
Fermandarê milîsên Babilyon ku yek ji hêza milîs a Heşdî Şeibî ye li Iraqê û beşeke Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê ya ser bi Îranê ye, Reyan Kildanî di daxuyaniya xwe ya dawiyê de radigehîne ku wan li gel YNKê hevpeymaniya stratejîk heye.
Vê derbarê de çavdêrê siyasî Serberz Tahir Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Reyan Kildanî di hevpeyvîna xwe ya dawiyê de bi ronî û aşkera radigehîne ku ew dixwazin pêkhateya Herêma Kurdistanê nemîne. Ji ber wek quds (pîroziya) Iraqê pênaseya Kurdistanê dike. Ev yek jî tê wê wateyê ku çawa dixwazin Qudisê wegerînin bin desthilata xwe, heman awayî Herêma Kurdistanê wegerînin bin desthilata Bexdayê. Derveyî wê jî Reyan Kildanî bi ronî û aşkera dibêje, wan bi hevkariya YNKê Kerkûk xistin bin destê xwe, ev yek jî belgeya nû ye li ser xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê ku Kerkûk radest kirin.’’
Ew çavdêrê siyasî dibêje, piştî wan gotinên Reyan Kildanî divê YNK û Bafil Talebanî tenê xwîdana şermezariya xwe paqij bikin. Ji ber ‘’Ji bo herkesê aşkera bû ku YNK dest ji eniya xelkê Kurdistanê berdaye û çûye nav eniya ku dixwaze Herêma Kurdistanê hilweşîne. Ji bo xelkê jî ronî û aşkera bûye ku sedemê avanebûna yekrêziya nav mala Kurdistanê cehşbûna YNKê ya ji bo milîsên şîe ye.’’
Basnews
