Nepeniyên nû li ser wê balefirvanê ku Helebce kîmyabaran kir û YNKê azad kir
Parêzerekî şirovekar amaje bi wê yekê dike ku li ser kîmyabarana Helebce ya ji aliyê rejîma Beis ve gelek nepeniyên mezin hene ku YNK dixwaze veşêre. Beşek ji wan nepeniyan ji aliyê balefirvanê hatiye azadkirin Tariq Remezan e û divê ji Kurdistanê re bê vegerandin.
Îro 16.03.2024ê parêzerê şirovekar Karzan Henareyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tariq Remezan bi fermana YNKê û sekreterê berê yê wê partiyê ve sala 2007ê de hat azadkirin. Naha jî bi rêya doz û giliyekî yasayî ve hemû konsulxane û nûnertiyên welatên li Kurdistanê em agahdar dikin ku ew dosya bibe navnetewî û Tariq Remezan ji bo bê dadgehkirin divê bê vegerandin. Ji ber gelek nepenî hene, li berdestê wî ye, ku çawa Helebce hatiye kîmyabaran kirin. Ew kes ji aliyê rejîma Beis a Sûriyê ve jî kar liser hatiye kirin ku bi rêya Interpolê ve daxwaza wî bê kirin û ji Şamê re bibin û rê neyê dayîn ku bê radestkirin, ji bo wê jî gumana me heye ji wê taktîkê ku bi rêya peywendiyên YNKê ve hatibe encamdan, ji bo parêzgariya li Tariq Remezan bike.
Herwaha got: ‘’Ji tirsa dadgehkirin û radestkirinê em agahdarin ku ew balefirvan hatûçûna Sûriyê kiriye û tirsaye ji ber bê gazîkirin û biçe Sûriyê û xwe radest neke û ev jî plana YNKê ye û asankarî hin desthilatdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê ji bo wî kirine û ev pêngav par hatiye avêtin.’’
Basnews
