Keçeke 21 salî bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin
Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, li sînorê parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê keçeke ciwan a temen 21 salî, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve bi gule rêşandinê hat kuştin.
Li gor heman çavkaniyê roja şemî ya borî hêzên ewlehiya Îranê li durê ya bajarê Çemensultan a ser bi Elîguderzî ya ser bi parêzgeha Loristanê, rasterast gule li otomobîlekî berdan û keçek bi navê Nîgar Kerîmyan a temen 21 salî ji ber wê jiyana xwe ji dest da.
Li gor çavkaniyekî nêzîk li malbata Kerîmyan, ew malbat di dema vegera ji merasîma veşartina xalê xwe ya li gundê Ferseş a Elîguderz bo Îsfehanê, li durê ya bajarê Çemensultan a ser bi Elîguderz, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve bê ti agahdariyekî rasterast gule li otomobîla wê malbata Kerîmyan berdane û ji ber wê jî Nîgar Kerîmyan jiyana xwe ji dest daye û bavê wê jî birîndar bûye û hat ragehandin birîna bavê wê sivike.
Li gor zanyariyan piştî kuştina Nîgar Kerîmyan, hêzên ewlehiya Îranê ji malbatê re ragehandine ku bi xeletî gule li otomobîlê hatine berdan.
Basnews
