Brîtanya nêzîkî 4 hezar dolar pare dê bide her penaberekî ku biçe Ruwanda
Li gor nûçeyeke ajansa Reutersê Brîtanya plan dike ku 3 hezar pound ango nêzîkî 4 hezar dolarê Amerîkayê bide wan penaberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye red kirin, lê bi mercê ji Brîtanyayê derbikevin û biçin welatê Ruwandayê.
Hikûmeta Brîtanya vê planê ji bo baştir bikaranîna dewlemendiya giştî pênase dike û amaje bi wê yekê kiriye ku xercên hiştina wan penaberan li welat û li ser axa Brîtanyayê, gelek zêdetire ji şandina wan bo Ruwandayê.
Hikûmeta Ruwandayê ragehand: ‘’Naha Ruwanda şiyana wê ya wergirtina çend sedek penaberan ji Brîtanyayê heye û dikare ew şiyan bê zêdetir kirin.’’
Berê hikûmeta Brîtanyayê hevkariya pare dida penaberên ku wegerin welatê xwe, lê naha li gor plana nû eger penaber razîbin li Ruwanda jî bijîn, dê pare ji wan re bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, li Brîtanyayê bi dehan hezar penaber hene ku daxwaza wan a niştecîhbûnê hatiye red kirin û biryare Brîtanya beşeke piraniya wan deport ango dersînor bike.
Basnews
