Malpereke Amerîkayê: Sûdanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê di bin fivaşên Amerîka de ye
Malpera El monîter a Amerîkayê raportek belav kiriye û tê de beha wê dike ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo pirsgirêkên li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê di bin fişareke zêde ya Amerîkayê de ye, ji bo ku beriya serdana xwe ya bo Washingtonê a meha bê, pirsgirêkên li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê çareser bike.
Malpera Amerîkî ji zarê çavkaniyekî bilin ê Amerîkî ragihandiye, ku çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta federal ji bo Amerîka karekî pêşîn e.
Malperê raporteke rojnamevan Emberîn Zemanî belav kiriye û amaje bi serdana Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Washington û hevdîtinên wî yên li gel berpirsên payebilind yên qesra spî û Wezareta Derve û Berevanî û Kongirêsê kiriye û dibêje: ‘’ Serdana Mesrûr Barzanî bandoreke wî ya mezin û baş li ser berpirsên Amerîkî hebûye, bi taybetî li ser Wezareta xezînê ku heyran man bi çaksaziyên Hikumeta Herêmê û bi taybetî di warê çaksaziya sîstema bankî.’’
Herwaha di wê raporta malpera Amerîkî de hatiye ragehandin: ‘’ Serdana Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê a bo Amerîkayê û giringî pêdana îdareya Biden bi serdanê, nîşana wê ye ku bihêzbûna pêkhateya Herêma Kurdistanê, beşeke li sitratêjiyên Amerîkayê, li Iraqê.’’
Basnews
