Siyasetmedarekî kurd: PKKê ji bo xatira Rejîma Esed xelkê Qamişlo nav xwînê de hişt
Siyasetmedar û dîrokzanê kurd bûyerekî çend sal berî naha vedibêje, ku PKKê ji bo xatira Rejîma Esed xelkê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê nav xwînê de hişt.
Îro 12.03.2024ê siyasetmedar û dîroknivîs Hamîd Gewherî, bûyerekî 20 sal berî naha bibîranî û got: ‘’Îro 20 sal li ser karesata 12.03.2004ê re derbas dibe, ku Rejîma Beşar Esed di nav stadyuma futbolê de komkujî li hember xelkê Qamişlo pêkanî.
Hamîd Gewherî got: ‘’Malbatên şehîdên wê karesatê û hejmarekî zêde ji xelkê Qamişlo, ji bo rêzgirtina bîranîna şehîdên xwe, sala 2019ê de ango di 15emîn salvegera wê karesatê de, bi awayekî aştiyane û bilindkirina ala Kurdistanê ve xwestin xwepêşandanekî aştiyane li Qamişlo pêkbînin, ku ji aliyê çekdarên ser bi asayîşa YPGê û PKKê ve êrîş pêkhat û hejmarek kes hatin girtin û çend kes jî birîndar bûn.
Hamîd Gewherî got: ‘’Vê derbarê de guman bila tine be. Ji ber her cîhekî PKKê hinek bibe desthilat, dibe darê destê dagirkeran û plana wan li hember netewa kurd birêve dibe. Ji ber wê jî alîgirên PKKê eger hinekî hestê wan ên netewî û kurdînî hebin, pêwîste li ser şêwazê fikirkirina xwe, xwe li berçav re derbas bikin û ji PKKê dûrbikevin, êdî zêdetir ziyanê nedin kurdan û armancên kurdan.’’
Basnews
