• Saturday, 14 February 2026
logo

Jineke ciwan ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin

Jineke ciwan ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin

Jineke ciwan a xelkê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Zîba Seyadî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hate kuştin.

Li gor zanyariyan duh 10.03.2024ê êvari jineke ciwan a bi navê Zîba Seyadî ya temen 27 salî li bajarê Urmiyê hat kuştin. Vê derbarê Komeya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, ew jin 10 roj berê ji ber pirsgirêkên malbatî ji hevjînê xwe ku kurmamê wê bû, jê cuda bibû.

Zîba Seyadî li dibistana wênekêşiyê de ku nû hatibû wergirtin, li şeqama Emarî ya Urmiyê li ber çavê mamostayên wê dibistanê bi guleyan hatiye kuştin.

Hevjînê Zîba Seyadî yê berê piştî pêkanîna wî tewanî reviya ye û heta naha jî nehatiye girtin.

 

Basnews

Top