• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê herêmê hatina Remezanê pîroz dike

Gulan Media March 11, 2024 Nûçe
Serokê herêmê hatina Remezanê pîroz dike

Peyameke pîrozbayî belav kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina meha Remezanê peyameke pîrozbayî belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

Bi minasebeta hatina meha pîroz ya Remezanê, bi germî û ji dil pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, hêvîdarim aramî û bexteweriyê bi xwe ra bîne û ji bo hemûyan bibe xêr, xweşî û dilrehetiyê.

Bila hatina vê meha pîroz û ders, têgeh û wateyên wê ji bo me hemûyan bibe derfet û handanek ji bo pêşxistina hevgirtin, lêborîn û karkirina bi hev re ji bo xêr û qencî û nirxên bilind yên mirovî, aştî û welatê me da.

Xwedayê mezin gel û welatê me biparêze û rojî û îbadetên hemûyan qebûl bike.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

09.03.2024

Top