• Saturday, 14 February 2026
logo

Ofîsa PDK-Sê li Dêrikê hat şewitandin

Gulan Media March 11, 2024 Nûçe
Ofîsa PDK-Sê li Dêrikê hat şewitandin

Piştî Kobanê, Dirbêsiyê û Amûdê, Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Dêrikê hate şewitandin.

Malpera PDK-Sê belav kir, “Ofîsa PDK-Sê ya li Dêrikê şeva borî ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hate şewitandin.”

Ev yek piştî wê tê, di çend rojên borî de, ofîs û ofîsên PDK-Sê û ENKSê li Kobanê, Dirbêsiyê û Amûdê jî rastî êrîşan hatibûn.

Derbarê êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê de, Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê roja 8ê Adarê peyamekê li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de got, “Em li hember êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dilgiran in”.

Herhisa Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bang li tev aliyan kir jî ku tevlî danûstandinên aştiyane bibin ji bo pêkanîna daxwaz û armancên gelê Sûriyeyê bê tundîtûjî.

 

Basnews

Top