Serok Barzanî: Ev rêkeftin berhema şoreşa Îlonê bû
Bo 54mîn salvegera rêkeftina Adarê peyamek belav kir.
Îro Serok Barzanî peyamek derbarê salvegera rêkeftina 11ê Adarê de belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye:
Bi navê xwedê mezin
Rêkeftina 11ê Adarê berhema şoreşa Îlonê bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir, xebat û qurbanîdana pêşmerge û tevahiya xelkê Kurdistanê bû li hember stem, zordariya desthilatdarên Îraqê.
Berhema vê xebata han ya berfire bû ku, bo vegerandina maf û misoger kirina demokrasî, hevbeşî û bihevre jiyanê destpê kir û hikûmeta vê demê ya Îraqê jî neçar kir hinek mafên gelê Kurd qebûl bike.
Di 54mîn salvegera îmze kirina rêkeftina 11ê Adarê de tekez li ser peyama aştîxwazane û bihevre jiyana gelê Kurdistanê dikin û ev yek jî dubare dikin ku, gelê Kurdistanê bo gehêştin bi mafên xwe qurbaniyên bêhijmar daye û xebat û têkoşîna xwe bo doza xwe ya reva berdewam dike.
