• Saturday, 14 February 2026
logo

Îran: Ti kêşeyek di bazirganiya me ya li gel Îraqê de tuneye

Gulan Media March 10, 2024 Nûçe
Îran: Ti kêşeyek di bazirganiya me ya li gel Îraqê de tuneye

Dibêje deynên Îranê li ser Îraqê kêm bûne.

Piştî qedexe kirina çalakiyên bankaya millî ya Îranê li Îraqê, Serokê odeya bazirganî û pîşesaziya hevbeş ya navbera Îraq û Îranê Yehiya Îshaq ragihand ku, bi qedexe kirina kar û çalakiyên bankaya navendî ya Îranê li Îraqê ti kêşeyek neketiye berdem bazirganiya Îran û Îraqê.

Îshaq diyar kiriye ku, raste Îraqê deyndarê Îranê ye lê deynên han roj biroj kêmtir dibin û ev ne raste ku, dibêjin Îraq bi qasî 10 miliyar dolaran deyndarê Îranê ye.

weke tê zanîn meha derbasbûyî tevahiya kar û çalakiyên bankaya millî ya Îranê li Îraqê hatibûn qedexekirin.

Top