• Saturday, 14 February 2026
logo

Mîsal Alûsî: Geşta Mesrûr Barzanî ya Washingtonê ji bo parastina jiyan û dûrxistina şer e

Mîsal Alûsî: Geşta Mesrûr Barzanî ya Washingtonê ji bo parastina jiyan û dûrxistina şer e

Siyasetmedarê nasyar ê Iraqê derbarê serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Washingtonê de ragehand, rojek dê bê hemû dê têbigehin serdana Mesrûr Barzanî ya di vê geştê de serkeftî bûye û ji bo parastina jiyana hemû kesan û dûrxistina şer bûye.

Serokê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alûsî di tora xwe ya civakî X de wêneyekî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraq a Federal Mihemed Şiya Sûdanî belav kir û li ser jî nivîsand: ‘’Ji bo wan hemû kesên ku hema gotinan davêjin, ji bo Iraqê gotinan dikin…Rojek dê bê gel dê kurd û ereb hemû têbigehin ku serkeftina Mesrûr Barzanî di geşta wî de bûye û ew hewldanên li Washingtonê dan jî ji bo parastina jiyana hemûyan e û dûrxistina şer ji aştiyê û cudakirina serkeftinê ji şikestê bû.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya fermî ya Amerîkayê duh vegeriya Hewlêrê.

Roja 24.02.2024ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwandina fermî, li gel şandeyekî bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê geheşt Washington a paytexta Amerîkayê û li gel berpirsên payebilind ên Qesra Spî, Kongre, Wezareta Derve, Pentagon û Wezareta Xezîneyê civîya.

 

Basnews

Top