• Saturday, 14 February 2026
logo

Mela Bextyar: Dadgeha Federal dixwaze piroseya demokrasiyê li Iraqê bidawî bîne

Mela Bextyar: Dadgeha Federal dixwaze piroseya demokrasiyê li Iraqê bidawî bîne

Siyasetmedarekî Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Biryarên Dadgeha Federal metirsîdar in û amaje wê yekê digehînin ku ew dadgeh dixwaze pirsoeya damokrasî li Iraqê bidawî bîne”.

Siyasetmedarê Herêma Kurdistanê Mela Bextyar îro 07.03.2024 di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Dadgeha Federal dixwaze dewleteke navendî û mezhebî ava bike”.

Wî siyasetmedarî behs jî kir, “Eger merema wê dadgehê bicihanîna destûrî ba, dê berî deh salan biryar li ser madeya 140ê daba, lê amaje ron in ku daxwaza erebîkirina deverên Kurdistanî ji aliyê Bexdayê ve berdewam e”.

Mela bextyar herwaha got, “Biryarên Dadgeha Federalî metirsîdar in û amaje wê yekê digehînin ku ew dadgeh dixwaze pirsoeya damokrasî li Iraqê bidawî bîne”.

Dadgeha Federalî di heyama van 7 salan de hejmareke biryaran li dijî qewareya Herêma Kurdistanê û pêkhatên din ên Iraqê derxistiye.

Li sala 2005ê ku Iraq di qomaxa veguhertina desthiladariyê de bû, Dadgeha Federalî bi biryareke wezarî berî nivîsîna destûrê nû yê Îraqa federalî hat damezrandin.

Li dû madeya 92ê ya destûrî, ew dadgeh hêşta nehatiye nav bazinê destûrê dewleta federalî, lê bi biryarên xwe yên sepandinê li ser dijatîkirina qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û netewe û pêkhatên din ên Iraqa federal berdewam e û bi aşkerayî destûra welat binpê dike.

 

 

Basnews

Top