• Saturday, 14 February 2026
logo

Komîsyona Helbijartinan: Rûniştvanên sînorê madeya 140 nikarin ji bo helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin berbijêr

Komîsyona Helbijartinan: Rûniştvanên sînorê madeya 140 nikarin ji bo helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin berbijêr

Berpirsê beşa tomara aliyên siyasî li Komîsyona Bilind a Helbijartinên Iraqê ragehand, ew hemwelatiyên ku rûniştvanên sînorê madeya 140 a destûra daîmî ya Iraqê ne, nikarin xwe ji bo helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wek berbijêr nîşan bidin.

Berpirsê beşa tomara aliyên siyasî li Komîsyona Bilinda Helbijartinên Iraqê Ferhad Esed Şêtneyî ji BasNewsê re ragehand, deriyê tomarkirinê ji bo aliyên siyasî û hevpeymanî û berbijêrên serbixwe hatiye vekirin. Hejmarek hemwelatiyan jî serdan kirine û forma berbijêrbûnê tejî kirine û xwe ji bo helbijartina Parlamentoya Kurdistanê wek berbijêr nîşan dane.

Herwaha got: ‘’Mercên xwe berbijêr nîşandanê hatine diyar kirin, li gor wan mercane, hemwelatiyên sînorê madeya 140 nikarin xwe ji bo helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wek berbijêr nîşan bidin, ji ber divê ew kesê ku bibe berbijêr karta wî ya niştimanî ji wan çar parêzgehên Herêma Kurdistanê be, derveyî wê jî nabe têkelî gendelî û Beis bibe.’’

Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê roja 10.06.2024ê pêkbên û Komîsyona Helbijartinên Iraqê serpereştiya helbijartinan dike.

 

Basnews

Top