• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Îranê zelamekî ji ber hejariyê despêkê hemû endamên malbata xwe û piştre jî xwe kuşt

Li Îranê zelamekî ji ber hejariyê despêkê hemû endamên malbata xwe û piştre jî xwe kuşt

Li bajarekî Îranê zelamek ji ber hejariyê destpêkê dayîka xwe, hevjîna xwe û du zarokên xwe xeniqandin û piştre jî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor zanyariyan duh 06.03.2024ê zelamek ku karmendê Wezareta Dadî ya Îranê bûye, li bajarê Naxan a ser bi parêzgeha Çar Mehal û Bextiyarî ya Îranê, dayîk û hevjîna xwe û du zarokên xwe bi lêçekê xeniqandiye û piştre jî dawî bi jiyana xwe aniye.

Hat zanîn kaxezek di berîka wî de hatiye dîtin û li ser jî hatiye nivîsandin ku ji ber fişara aborî û hejariyê hemû encamên malbata xwe kuştiye û piştre jî xwe kuştiye.

Ev çend sale rêjeya hejariyê li Îranê roj bi roj bilindtir dibe û li gor amarên dawiyê, zêdetirî 26 milyon kesan li wî welatî di bin asta xwar hejariyê de ne.
 

 

Basnews

Top