• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Îranê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Îranê teqîn: Mirî û birîndar hene

 Hat ragihandin ku li Rafîneriya Petrolê ya Bender Ebasê ya li başûrê Îranê teqînek çêbû mirî û birîndar hene.

Li gorî IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, li Rafîneriya Petrolê ya Bender Ebasê ya li eyaleta Hurmuzganê ji ber sedemeke nediyar e teqînek çêbûye.

Hat diyarkirin ku di teqînê de şewat derket, mirî û birîndar hene.

Parêzgarê Bender Ebasê Hebîb Behadorî da zanîn ku karkerekî canê xwe ji dest daye, 3 karker jî birîndar in.

Berdevkê Nexweşxaneya Zanistên Tenduristiyê ya Hurmuzganê Ruya Cîhangîrî jî ragihand ku rewşa tenduristiyê ya birîndarekî xerab e.

 

Rudaw

Top